• Tuesday, 21 May 2024
logo

Herêma Kurdistanê li ser deryaya petrolê ye

Gulan Media August 21, 2010 Nûçe
Herêma Kurdistanê li ser deryaya petrolê ye
Rojnameya firansî Le Monde di babetekê de nivîsandî ye ku Kan Savan birêvebirê petrola Teqteqê ya Kurdistanê, dîyar kirî ye ku petrola xav ya Kurdistanê baştirîn curê petrolê ye li seranserî cîhanê û got ku petrola xav ya Kurdistanê bêyî ku av û gaz tê de be, tê derxistin.
Li gor rojnameyê, birêvebirê petrola Teqteqê ragihand ku niha berhema petrola bîrên Teqteqê di rojekê de 60 hezar bermîl e û texmîn dike ku her ku biçe berhema petrola Teqteqê dê zêde bibe.
Rojanameya Le Mondeyê ji zarê Aştî Hewramî wezîrê petrolê yê Kurdistanê jî ragihand ku asta berhemanîna petrolê ya Kurdistanê di rojekê de 100 hezar bermîl e, lê piştî 5 salên din asta berhemanîna petrolê dê 10 qat zêde bike.
Di heman dem de pisporekê warê petrolê yê Îraqî jî di heqê arîşeya sekinandina hinardekirina petrola Kurdistanê de ragihand ku pêwîst e hikûmeta Iraqê wê arîşeyê çareser bike û kurd amade ne li ser wê yekê bigehin rêketinekê di gel Bexdayê.
Rojnameya Le Monde di berdewamiya rapora xwe de xuya kir ku kompanîyên navdewletî yên warê petrolê, li benda destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê û karê weberhênanê ne. Li gor rojnameyê dibe ku ji zêdebûna asta weberhênana petrola Kurdistanê, tevaya karê weberhênanê li sinûrê parêzgeha Besreyê ku xwediya zêdetirîn yedeka petrola Iraqê ye, ji kar bikeve.
Top