• Tuesday, 21 May 2024
logo

Mehmûd Osman: Kurd dijî paşxistina serjimêrîyê ne

Gulan Media August 21, 2010 Nûçe
Mehmûd Osman: Kurd dijî paşxistina serjimêrîyê ne
Mehmûd Osman perlemantarê bi ser Lîsta hevpeymanîya Kurdistanê ve xuyakir ku firaksyonên Kurdistanî dijî paşxistina serjimêrîya giştî ya li Îraqê ne û bi taybet ku ev pirose çend caran hatî ye paşxistin.
Osman ji ajansa (Eswat Elîraq) re got: firaksyonên Kurdistanî di gel encamdana serjimêrîya giştî ya li Îraqê ne, di dema destnîşan kirî de û ev yek jî nêrîna hikûmeta federal û neteweyên yekgirtî ye jî û wezareta pilandananê bi tevaya amadekarîyan rabûye.
Mahmûd Osman herweha amaje kir ku koma firaksyonên Kurdistanî naxwaze pirsa serjimêryê bê sîyasetkirin ji ber ku serjimêrîya giştî tevaya deverên Îraqê vedigire û ne taybet bi devereke dîyarikirî ve ye.
Top