• Wednesday, 22 May 2024
logo

Civata ewlekarîya neteweyî ya Turkiyê pirsa kurd gotûbêj kir

Gulan Media August 21, 2010 Nûçe
Civata ewlekarîya neteweyî ya Turkiyê pirsa kurd gotûbêj kir
Doza kurd û pirsgirêka pêknehatina hikûmeta Îraqê babetên serekî yên kombûna civata ewlekarîya neteweyî ya turkîya bû.
Li gor nûçeyeka roَjnama Ekşam ya turkî duhî pêncşemê kombûna mehane ya civata ewlekarîya neteweyî ya turkîya li Îstembolê bi serokatîya Ebdula Gul serok komarê turikîya hat sazkirin.
Li gor rojnameyê, Kombûnê bas li hewlên PKKê bo têkdana rewşa ewlekarîya welat kir û bi taybet piştî serhildana arîşa deverên Dortîyoَl û Pêngoَl ku di encam de hejmareka zor a kurdan rastî şer û hêrişan hatin û mal û samanên wan hatin şewitandin.
Pêşhatên sîyasîyên li qada Îraqê û fayla vekolîna sebaret bi hêrişa Îsraîlê bo ser gemîya turikî mijarên din yên kumbûnê bû.
Top