Di 6 mehan de Li Kurdistanê 22845 kes zewicîne
Di herdu haletan de jî parêzgeha Hewlêrê li pêş e ku li Hewlêrê 8330 haletên marebirîn û 1138 haletên cihêbûnê hatine tomarkirin.
Di amareke Ragihandina Civata Dadweriya Kurdistanê de, rêjeya zewac û cihêbûn û jinanîna duyê di maweya 6 mehên îsal de hate ragihandin.
Li gor vê amarê di vê maweyê de 135 zilaman jina duyê anîne û tenê 91 halet li navçeya Germiyanê hatine tomarkirin.
Her weha li gor vê amarê sala borî 28302 haletên marebirîn,4237 cihêbûn û 288 haletên jinanîna duyê li dadgehên Kurdistanê hatine tomarkirin.