• Tuesday, 21 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê kombûnek bi dozdarên giştî re sazkir

Gulan Media August 19, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê kombûnek bi dozdarên giştî re sazkir
Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, bi amadebûna serokê wezîran Berhem Salih û cihgirê wî û wezîrê dadwerîyê Re`ûf Reşîd û şîretkarê serokê herêma kurdistanê Azad Izzeddîn Mela Fendî, kombûnek bi dozdarên giştîyên herêma kurdistanê re saz da.

Di destpêka evê kombûnê de serokê herêma kurdistanê behsa rola dozdarên giştî kir û ragihand, ku karê dozdarê giştî karekî pîroz e.
Serokê herêma kurdistanê got: karê dozdarê giştî pîroz e.. her ji nûneratîya mafên giştî yên li herêma kurdistanê û paraztina berjewendîyên bilind û bilindkirina gilînameyên giştîyên li dijî kesên dijberên qanûnê bigire û heta bigihêje paraztina samanên giştî, xêzanê, zarokan û nûgihayan.
Serokê herêma kurdistanê tekez jî kir, ku dozdarên giştî dikarin li angora erkên xwe, bibin hevkarên serekî û di rûyê gendelîyê û bi karanîna xeraba desthilatdarîyê de birawestin û beşdarîyê di prosesa çaksazîyê de bikin.
Serokê herêmê tekez jî kir, ku mebesta wan ew e, ku ev kiyanê han bibe kiyanekî dezgehîn û ji ber evê çendê, bi hemû şiyanên xwe ve ew pîkolan dikin, da ku rola dozdarê giştî çalak be û da ku xelk dilhêsayî bin, ku dezgeheka qanûnî heye û bergirîyê di ber mafên wan de dike.
Di bareya rola qanûnê de ya di nava civakê jî de serokê herêmê got, ku kes ji qanûnê mezintir nîne û divê hukûmeta herêma kurdistanê bi kiryar, evî dirişmî bi cih bihîne û pîkolan bike, da ku qanûn û giyanê paraztina qanûnê bêtir bihên çesipandin.
Di bareya serxwebûna dadwerîyê jî de serokê herêma kurdistanê got, ku dadwerî serbixwe ye û ne alîgir e û ragihand, ku hêza her welatekî di dezgeha wî ya dadwerîyê de ye û ji ber evê yekê, divê ev dezgeha han karyartir bibe, rêzgirtin ji biryarên wê re hebe û hemû alî jî, di ber bi cihanîna ewan biryaran de berpirs in.
Piştî hîngê serokê hukûmeta herêma kurdistanê Berhem Salih gotarek pêşkêş kir û ji bo berdestkirina evê derfetê, spasîya serokê herêma kurdistanê kir. Berhem Salih da nîşandan, ku dema serokê herêma kurdistanê wî û cihgirê wî Azad Berwarî rasipart, ku ew kabîneya şeşem pêk bihînin, tekezî li ser karyarkirina rola dozdarê giştî kir û di evê kombûna han jî de, serokê herêmê dîsan giringîyê dide evê tivêja bi bandor.
Di dawî de, serokê dozdarîya giştî, cihgirê wî û endamên dozdarîya giştî, çend pêşinyar pêşkêşî serokê herêma kurdistanê kirin. Ji wan jî; serrastkirina qanûna dozdarîya giştî ya hejmar 159 a sala 1979 a serrastkirî, yan derxistina qanûneka nû ya dozdarîya giştîya herêma kurdistanê, serxwebûna dozdarîya giştî di biwarê rêvebirî û darayî de û hinek pêşinyarên din bûn. Hemû pêşinyar jî li nik serokê herêma kurdistanê giring bûn.
Top