• Tuesday, 21 May 2024
logo

Tê çaverêkirin di yekşema bê de wezîrên derve yên cîranên Îraqê li Behreynê kombûnekê sazbikin

Gulan Media August 19, 2010 Nûçe
Tê çaverêkirin di yekşema bê de wezîrên derve yên cîranên Îraqê li Behreynê kombûnekê sazbikin
Li angora ragihandineka Kombesta Erebî, gerek wezîrên derveyên welatên cîranên Iraqê di roja yekşemba bihê de, kombûnekê li Behreyn saz bikin û tê de behsa rewşa ewledarîya Iraqê bikin.


Alîkarê sekreterîya giştîya Kombesta Erebî Ehmed Bin Hillî ragihand, ku sekreterê giştîyê Kombesta Erebî Emru Mûsa, bangnameyek di evê bareyê de pêşkêşî wezîrên derveyên welatên cîranên Iraqê kiriye.
Ehmed Bin Hillî weha jî da xuyakirin, ku Kombesta Erebî dixwaze bi rêya evan kombûnan rewşa ewledarîya Iraqê xweş bibe û weha jî got, ku rêzgirtina sînoran berpirsyarîya hemû alîyan e û gerek bi taybetî welatên cîran, evê rêzgirtinê biparêzin.
Di evê bêjedana xwe de Ehmed Bin Hillî da nîşandan, ku dê ji niha û pê ve welatên cîran jî di ber rewşa asayişa Iraqê de berpirsyar bin û gerek welatên cîranên Iraqê bi awayekî berpirsyarane, rêzê li serwerîya Iraqê bigirin.
Top