• Tuesday, 21 May 2024
logo

Cebar Yawer: Çi bingehên hêzên Emrîka li herêma Kurdistanê nînin

Gulan Media August 17, 2010 Nûçe
Cebar Yawer: Çi bingehên hêzên Emrîka li herêma Kurdistanê nînin
Cebar Yawer peyvdarê bi navê wezareta pêşmerge da xuyakirin, ku çi bingehên leşkerî yên Emrîka di nava herêma kurdistanê de tunene û çi rêkevtinek jî sebaret vê çendê di navbera Emrîka û herêma Kurdistanê de nebûye û got, ku her rêkevtineka weha jî, pêwîste bi agahdarî û razîbûna hikûmeta Iraqê be.
Cebar Yawer herweh bo ajansên nûçeyan ragihand, ku di medyayên çend welatên cîhanê de weha hatiye belavkirin, ku dê bingehên leşkerî yên Emrîka li herêma Kurdistanê bên vekirin û ev nûçeyên han ne rastin.
sebaret hêz û şiyanên hikûmeta Iraqê jî Cebar Yawer got, ku hêza asmanîya Iraqê lawaz e û ew pêşbînî dikin, ku hêza asmanîya Iraqê piştî sala 2011 xurt bibe û pêwîsta sebaret vê çendê rêkevtin bi hikûmeta Emrîka re bên morkirin.
Cebar Yawer herweh got, ku hebûna hêz û bingehên leşkerî yên Emrîka di xaka herêma kurdistanê de, pêdivî razîbûn hikûmeta Iraqa federal e û niha bi xwe jî, ti bingehên hêzên Emrîka di nava xaka herêma kurdistanê de nînin.
Top