• Monday, 20 May 2024
logo

Serokê herêmê pêşwazî li harîkarê wezareta derve ya Emrîka bo karûbarên rojhelata naverast kir

Gulan Media August 16, 2010 Nûçe
Serokê herêmê pêşwazî li harîkarê wezareta derve ya Emrîka bo karûbarên rojhelata naverast kir
Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li havîngeha Selahe dîn pêşwazî li Jêfrî Fîltman harîkarê wezîra derve ya Emrîka bo karûbarên rojhelata naverast û şandê pêre kir.
Di hevdîtina ku Nîçirvan Barzanî jî tê de amade bû harîkarê wezîra derve ya Emrîka bo karûbarên rojhelata naverast, tenahî û ewlekarîya cêgîr û prosa avakirnê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand, û got Herêma kurdistanê pêşveçûneka berçav bi xwe ve dîye.
herdu alîyan herweha bas li nûtirîn pêşhatên rewşa sîyasîya Îraqê û danûstandin û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kirin, û ji alîyê xwe ve serokê Herêma kurdistanê ronahî xiste ser rewşa nuha ya Iraqê û sedemên ku bûne egerê ne avakirina hikûmetê diyarkirin û tekez li helwêsta herêma Kurdistanê kir ku erkê nêzîk kirina boçûnên alîyên cuda cuda bi xwe ve digre:
şandê navbirî jî ji alîyê xwe ve piştî ku amaje bi gotûbêjên xwe yên li gel perpirsên Îraqa federal kir , amaje bi heza welatê xwe bo avkirina peywendîyên xort li gel herêma Kurdistanê kir, û basa bernama karî ya ku koma firakisyonên Kurdistanî pêşkêş kirî kir û bi bernameka pozetîv bo çaksazîya welat dazanîn û piştgirîya xwe bû nêrînên serokê Herêmê sebaret rewşa Îraqê derbirî.
Di beşeka dina hevdîtinê de herdu alîya pirosa vekêşana hêzên Emrîka ji Îraqê û çawanîya tijîkirina boşahîya ewlekarî bi rêkeftin li gel Îraqê gotûbêj kirin herweha tekez li peywendîyên navbera Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Top