• Monday, 20 May 2024
logo

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi agirbesta PKK ê dilşad de

Gulan Media August 15, 2010 Nûçe
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi agirbesta PKK ê dilşad de
Mesûd Barzanî Serokê Herêma kurdistanê di malpera serokatîya herêma Kurdistanê de sebaret agir besta yekalî ya PKK ê nameyek belavkir û tê de xweşhalîya xwe beramberî wê agirgestê nîşanda. Ev jî deqa nama serokê herêmê ye:
(Em xweşhalin bi vê agirbesta ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve hate ragihandin û em piştgîrî li vê pêngavê dikin û hêvîdarin ku ev agirbest berdewam be, ne ku bi awayekî demkî be.
Her wiha tekez jî dikin ku ev pirs çi cara bi şer nayê çareser kirin, belku bi diyalog û bi rêya aştiyê çareser dibe.)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14/08/2010
Top