• Monday, 20 May 2024
logo

Barzanî û Talebanî li Hewlêrê basa rewşa dawîn kirin

Gulan Media August 13, 2010 Nûçe
Barzanî û Talebanî li Hewlêrê basa rewşa dawîn kirin
Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Celal talbanî serokê komara Îraqa federal îro danê nîvro li Hewlêrê hevdîtinek pêkanîn di hevdîtina ku Kosret Resûl, Nêçêrvan Barzanî jî tê de amade bûn, rewşa dawîn a Iraqê û Herêma Kurdistanê têde hat baskirin.
sebaret rewşa Herêma Kurdistanê serok Talebanî û Barzanî tekez li ser yekdengî û yekrêziya navbera hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, nemaze navbera YNK û PDK’ê kirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de basa rewşa siyasî a Iraqê hate kirin û di vê çarçoveyê de hewlên pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê hate bas kirin. Talebanî û Barzanî tekez li ser pêwîstiya pêkanîna hikûmeteke hevbeş a niştîmanî kirin, bi awayekî ku hemû firakisyon û aliyên siyasî yên Iraqê têde beşdar bin.
Di heman demê de serdana Nûrî Malikî bo Hewlêrê û civîna wî a di gel Mesûd Barzanî serokê Herêmê hat bas kirin û ew serdan bi serdaneke giring nirxanidin.
Herweha rola kurdan li Iraqê hate bas kirin û hate gotin ku rola kurdan li Iraqê rola xêrê û faktera ji hev nêzîk kirina nêrînên cuda ye û tekez li ser wê yekê hate kirin ku bicîhanîna ajandaya şandeya kurdî ku pêşkêşî hêz û aliyên siyasî yên Iraqê kiriye, bingehê jê nêzîk bûn û girêdana kurdan e bi aliyên din re.
Top