• Monday, 20 May 2024
logo

Eemrîka sîstema parastina asmanî dide kiweytê

Gulan Media August 13, 2010 Nûçe
Eemrîka sîstema parastina asmanî dide kiweytê
Wezareta berevanîya Emirîka xuyakir ku kiweytê daxwaza 209 mûşekên patiryotê ji Emrîka kirî ye ku bihayê wan digehe 900 milyon dolar an. herweha xuya kir ku bo dij rawestana gefên niha û ayinde, pêwîste ev curên mûşekan li Kiweytê hebin.
Li gor beyanama ajansa hevkarîkirina asayşa berevanîya Emirîka firotina van mûşekan bi kiweytê binemaya hevsengîya serbazî li navçê nayê guhartin.
Herweha di beyanamê de hatîye ku firotina wan mûşekan bi kiweytê asayşa neteweyî û sîyaseta derve ya Emirîka bihêztir dibe ji ber ku yarmetîdaneke bo baştir kirina asayşa welatên hevpeymanên Emrîka yên li derveyî peymana nato ye û ew welat jî hêzên giringin bo tenahîya sîyasî û pêşketina abûrî li rojhelata naverast.
Cihê xûyakirinê ye ku Emirîka mûşekên patiryotê dane welatê Qeter û Îmarata yekgirtî û Behrênê jî.
Top