• Monday, 20 May 2024
logo

Serok Barzanî Remezan pîroz kir

Gulan Media August 11, 2010 Nûçe
Serok Barzanî Remezan pîroz kir
Bi helkefta hatina meha pîroz a remazanê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê misilmanên cîhanê bi giştî û yên Kurdistanê bi taybetî pîroz kir Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, di peyama xwe de nivîsandiye, “Ji ber hatina meha Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyê li tev misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim”..
Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, di peyama xwe de nivîsandiye, “Ji ber hatina meha Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyê li tev misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim”.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha dinivîsîne, “Hêvîdarim hatina vê mehê pir bereket û rehmet be û bibe dema xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistan û tev gelên Iraq û çespandina rihê birayetî û pêkvejiyana hemû pêkhatan jî bikin armanca sereke ya xwe ku ev jî gewhera ola pîroza îslam e”.
Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê wiha destnîşan dike, “Her wek em dixwazim gelê me herdem yekrêzî û yekhelwestiya xwe di mijarên çarenivîsaz de biparêze ji bo gihiştina bi hemû mafê rewa yên me li çarçoveya Iraqeke Federal û demokrat û hikûmeteke hevbendî nîştimanî rasteqîne ku hemû aliyek tê de beşdar bibin”.
Top