• Monday, 20 May 2024
logo

B.Zêbarî: “Pêwîst e arteşa Amerîkayê ta 2020’ê ji Iraqê venekişe”

Gulan Media August 12, 2010 Nûçe
B.Zêbarî: “Pêwîst e arteşa Amerîkayê ta 2020’ê ji Iraqê venekişe”
Serok erkanê Iraqê Babekîr Zêbarî ragihand ku heta sala 2020’ê arteşa Iraqê nikare erkên ser mile xwe bicih bîne û di wê hêzê de nabe ku bi temamî dosyeya ewlekariyê bigire berpirsiyariya xwe.
Zêbarî di çarçoveya kongreyeke taybet bi helsengandina şiyana hêzên ewlekariyê bo parastina Iraqê de ji ajansa Franss Pressê re got: “Stratejiya avakirina arteşa Iraqê bi sê qonaxên pir girîng de derbas dibe û pêwîst e jî girîngî bê dayîn.”
Derheqê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê de jî Zêbarî got: “Pêwîst e siyasetmedarên Iraqê bo tijîkirina wê valahiyê ku dê piştî 2011’ê çê bibe, şêwazeke din bibîne. Çimkî arteşa Iraqê heta sala 2020’ê jî kamil nabe.”
Zêbarî tekez li ser wê yekê jî kir ku pêwîst e arteşa Amerîkayê heta 2020’ê ji Iraqê venekişe.
Top