• Monday, 20 May 2024
logo

Li Başûrê Kurdistanê rojane 2 mizgeft tên vekirin

Gulan Media August 11, 2010 Nûçe
Li Başûrê Kurdistanê rojane 2 mizgeft tên vekirin
Hukûmeta Herêma Kurdistanê rê li ber vekirina mizgeftan vekiriye. Ji ber wê, hat ragihandin ku rojane 2 mizgeft têne avakirin.
Berdevkê Wezareta Olî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşîbendî ji Pukmedia re axivî û ragihand ku Hukûmeta Herêmê jibo avakirina mizgeftan li hemu bajarên Başûrê Kurdistanê gele hewl daye û rê li ber kesên bixwazin mizgeft vekin vekiriye.
Neqşîbendî got:” Li Herêma Kurdistanê de 4560 mizgeft hene û 2308 ji wana tê de xudbe tê xwendin û 8 hezar xadim(kesên ku li Mizgeftan dimînin û bi karûbarê paqijî û diparêzin) jî li Kurdistanê hene.
Rojaneli Kurdistanê zêdetir ji du mizgeft tên vekirin. Tenê di dema destpêkirina kabîneya şeşê de li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 500 mizgeft hatine vekirin.”
Top