Salnameya Ehmedê Xanî bi kurdî û tirkî derket
Di beşa yekemîn ya salnameya ku bi kurdî û tirkî hatiye weşandin de, nivîs û lêkolînên sala dawî ku ji hêla lêkolîner û nivîskarên wekî Prof. Dr. Îzeddin Mustafa Resûl, Prof. Dr. Namik Açikgoz, Rohat Alakom, Doç. Dr. Kadri Yildirim ve hatine nivîsandin cî digirin.
Di beşa duyemîn de jî, hevpeyvînên di heqê Xanî de ku bi kesên wekî şaredarê Bazîdê Dr. Canan Korkmaz re hatine kirin cî digirin. Di beşa sêyemîn de jî şîroveyên di heqê Xanî û berhemên wî de ku kesên wekî Cemşît Bender û Şeyhmus Diken nivîsîne cî digirin.
Di pêşgotina hersê nivîskaran de jî wiha hatiye nivîsandin:
-Helbestvan û fîlozofê kurd ê mezin Ehmedê Xanî, di nav helbestvanên Rojhilata Navîn ên serdema navîn û nêz de yê herî zêde tê xwendin û li zimanên biyanî hatiye nivîsandin û derbarê wî de pirtûk hatine nivîsandin e. Tevî ku dewlet an jî saziyekê piştgiriyeke bipergal nedaye jî, navê Xanî bi lez li cîhanê belav dibe û hema bêje her sal em dibînin ku berhemên wî li zimanekî din tên wergerandin an jî bi zimanekî din derbarê wî de pirtûk tên nivîsandin.
Nivîskarê Nihat Gultekin di heqê salnameyê de got ew plan dikin ko hersal vê salnameya Ehmedê Xanî derxin û got:
-Ev pirtûk, pêşxebata Salnameya Xanî ku dê piştî 2011ê, her sal bi awayekî periyodîk bê weşandin e. Ji bo ku ev proje bi ser bikeve, dê pêdiviya me bi alîkariya lêkolîner û nivîskarên me yên di vê mijarê de pispor in û yên li welatên cuda dijîn hebe. Em wisa bawer dikin ku di demeke dirêj de ev xebat dê bibe alîkar ku Ehmedê Xanî rûmet û navdariya di wêjeya cîhanê de heq dike bi dest bixe.
Ehmedê Xanî kî ye:
Ehmedê Xanî di sedsala 17ê de jiyaye. Wêjeya dîwanê xist nava zimanê kurdî anko zaravayê kurmancî. Destana wî ya bi navê Mem û Zîn, li rojhilatê bi qasî Romeo û Juliet, Leyla û Mecnûn belav bû. Ehmedê Xanî mutesewifek bû. Gora wî ya li Bazîdê her wekî gora şêxan tê dîtin. Xanî ji bo zarokên kurdan pirtûka bi navê Nûbara Biçûkan nivîsand. Pirtûkên wî yên wekî Eqîdeya Îslamê, Eqîdeya Îslamê û Fî Beyanî Erkanî Îslam (Bingehên Îslamê) bi salan li medreseyan hatin xwendin. Herwiha Ehmedê Xanî dîwaneke helbestan jî nivîsandiye. Xanî her wiha li medreseyên Bazîdê muderisî û katibiya qesrê jî kiriye. Berhemên wî li gelek zimanên wekî înglîzî, fransizî û rûsî hatine wergerandin.