• Monday, 20 May 2024
logo

Fetwayeka taybet bi rojîgirtina karkeran li Kurdistanê

Gulan Media August 11, 2010 Nûçe
Fetwayeka taybet bi rojîgirtina karkeran li Kurdistanê
Binavê xudayê mezin û dilovan
derbarê wê pirsyarê ka diruste karker û kasbkar û ewên karên giran diken di meha remezanê de bi rojîbin yan na, kumîta bilind a fetwayê li Kurdistanê bi vî awayî fetwa derxist.
Her yek ji karker û cotkar û kesên karê dirînê dikin û karkerên karê avakirina xanî û kêlgeh û bax û kasbkarên din ku nikarin bi şevê kar biken û bo xwedîkirina xwe û mala xwe pêwîstî bi vî karî hene û çi jêderên din yên jîyanê nînin. çi ew kar bo kirê bin yan herwe. Wacbe bi şev nîyeta rojîgirtinê wînin û demê dibe roj her demekî ku bê hêz bûn dikarin rojîya xwe bişkînin û didemekê din de rojîya xwe qeza biken, Bi mercekî bê rêzyê li hember vê mehê nekin û bi eşkere tiştan nexun û venexun û dikarin hemî sunnetên din yên remezanê bo xwe bikin weku nimêjkirin û terawîh û quran xwendinê.
Kumîta bilinda fetwayê li Kurdistanê
10-08-2010
Top