• Monday, 20 May 2024
logo

Jim Hogland Kurdan tîne bîra Barak Obama

Gulan Media August 8, 2010 Nûçe
Jim Hogland Kurdan tîne bîra Barak Obama
WASHINGTON, Jim Hoagland stûnnerê binavûdengê rojnama Emerîkî (Washington Post) di nivîsara xwe ya îro de ji serokê Emerîka Barak Obama re dibêje kêşa Rojhilata navîn ne tenê pirsgirêka Îsraîl û Filistînê ye û dibêje divêt Emerîka pirtir ha ji başûrê Kurdistanê hebe.
Jim Hoagland dibêje Emerîkayê baş kir ku kurd ji komkujîya Sedam Hisên rizgar kirin û dibêje li bakurê Iraqê pênc-şeş milyon kurd hene û herêma wan jî ji aliyê ewlekariyê ve nimûne ye.
Jim Hoagland rexneyan li siyaseta Emerîka sebaret xurtkirina hikûmeta navendî li Bexdayê digire û dibêje gerek desthilata ew herêma di bin serokatiya Mesûd Barzanî de li ser petrolê û serkaniyên xwezayî xurttir û zêdetir bibe.
Fuad Husênê berpirsê ofîsa serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Jim Hoaglandî re dibêje:
— Niha dema wê ye ku Emerîka ji me re bibêje ka mebesta wê ji têkiliyên domdirêj yên digel kurdan çi ye. Me hizrên xwe bi awayekê zelal gotine. Niha dora Emerîka ye ku biryarê bide.
Jim Hoagland dibêje kurdistaneka ku ji aliyê rêberên misilman yên ne ereb ve bê îdare kirin dê di nêvbera Îran û Tirkiyeyê de jî bibe kemberek ku di berjewendiya Emerîkayê de ye û tîne bîra Barak Obamayî ku niha dema wê hatiye ku ew guhê xwe bide daxwazên kurdan.
Top