• Saturday, 20 April 2024
logo

Li sînorê Şêxanê ji ber şerê li ser erd û zeviyan jinek hat kuştin

Li sînorê Şêxanê ji ber şerê li ser erd û zeviyan jinek hat kuştin
Şeva borî ji ber pirsgirêka erd û şerê di navbera cotkarên wargeha Çire ya kevin a ser bi qeza Şêxanê jinek hat kuştin.

Berdevkê polîsê parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 24.04.2021ê ji ber pirsgirêka erd di navbera cotkarên wargeha Çire ya ser bi bajarê Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê jineke temen 30 sal ku ji bo serdan çûbû mala bavê xwe hat kuştin.’’

Herwaha got: ‘’Li ser bûyerê çend tometbar hatine girtin û naha rewş di bin kontrolê de ye û lêkolîn li ser bûyerê destpê kirine.’’

Li gor agahiyên hatin belav kirin ew jin dayîka 3 zarokan e.

Basnews
Top