• Friday, 26 April 2024
logo

Hewlêr – Ew zilamê ku li dayka xwe û jinbira xwe dabû, hat girtin

Hewlêr – Ew zilamê ku li dayka xwe û jinbira xwe dabû, hat girtin
Asayişa Hewlêrê ragihand, ew kesê ku li dayka xwe û jinbira xwe dabû, hat girtin.

Çend roj berê vîdeoyek hatibû belavkirin ku tê de zilamek li dayka xwe û jinbira xwe dide.

Asayişa Hewlêrê ragihand, piştî çendîn operasiyonan hêzên wan karîn wî zilamî bigirin.

Berpirsê asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî daye zanîn, dema ew zilam hat girtin kujmek madeyên hişber jî pê re bûye û navê wî jî Soran Mihemed e. Lê hîn nayê zanîn ka wî zilamî di bin bandora madeyên hişber de ew reftar kiriye yan jî na.

Bi gotina wî berpirsê asayişê, ew zilamê han daxwaza dirav ji jinbira xwe kiribû, çend carên din jî çûbû mala birayê xwe. Birayê wî jî çend meh berê miribû.

Basnews
Top