• Thursday, 25 April 2024
logo

Melayek: Min gelek zarok zewicandine

Melayek: Min gelek zarok zewicandine
Melayek ku mera keçeke 12 salî birî û piştre ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, zewaca bi zarokî parast, got ku ew li gorî qanûnê şerîetê destûr e û wî vê "gelek caran" kiriye.

Ebûbekir Mihemed Îsa ji peyamnêra Rûdawê Dilniya Rehman re got “Min gelek caran merên bi vî awayî biriye. Li gorî qanûna şerîatê, dema ku bedena jinê ji bo zewacê amade be, destûr tê dayîn.” Herwiha Îsa piştrast kir jî ku zewaca zarokan li gorî qanûnên Kurdistanê neqanûnî ye.

Jina bi navê Zehra Casim a 21 salî ku di 12 saliya xwe de hatibû zewicandin roja Înê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Li gorî qanûnên Herema Kurdistanê temenê bi fermî dibê herî kêm 18 salî be. Lê belê li gorî Saziya Nifûsê ya Netewên Yekbûyî (UNFPA) eger zarokên herî kêm 16 û di seriya 16an de bin û ji aliyê mêjî û laşî ve xwedî şiyan bin û destûr ji malbatê û dadger bê wergirtin dikarin bizewicin.

Îsa diyar kir ku wî bê nasname merê biriye û got “Me pirsî ku diya wê li kê derê ye, wan got diya wê ne li vê derê ye. Me belge nesanameya keçikê xwest, wan got bi diya keçikê re ye. Min telefonî parêzer û dadger kir û wan wan got eger bavê wê amade be tu dikarî mera wê bibirî, ji ber vê yekê min jî mera wê birî.”

Dayika Zehra Casim dibêje piştî heşt salên tundiya nav malê, di dawiya sala 2020an de ji hevjînê xwe qetiya û li ba malbata xwe starekî geriya. Gava ku hevjînê wê û xizmên wî li Zehra gefan dixwarin, malbata wê, bi hêviya ku ew ê li wir ewleh be, ew birin stargeheke jinan.

Dayika Zehra got “Ji me re gotin em ê wê vegerînin û wê bikujin.”

Komiteya parastina mafên jinan ya Parlamentoya Herema Kurdistanê dibêje “Bi xemgînî, demek e li Kurdistanê bêtir nûçeyên kuştina keç û jinan hene û ji ber îstatîstîkên li ser van tawanan bi fikar in em bi hincetek an ji ber sedemek kuştina jinan şermezar dikin” û bang li hikûmetê kir ku kiryarên tundiya li ser bingeha zayendî darizîne û "pêşî li lihevhatina eşîrî bigire ku bandor li dozan neke."

Kuştina Zehra ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve jî hate şermezarkirin.

Li gorî raporta UNFPA ya meha Mijdarê ji ber pandemiyê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê di bin rîska tundûtûjiya navmalî û tundiya li ser bingeha zayendî de li dijî jinan zêde bûye.

Rudaw
Top