• Friday, 19 April 2024
logo

Li Duhokê termê ciwanekî hat dîtin

Li Duhokê termê ciwanekî hat dîtin
Li parêzgeha Duhok a Başûrê Kurdistanê termê ciwanekî hat dîtin.

Li gor zanyariyan demjimêr 08.00ê sibeha îro Çarşemê, 07/04/2021, termê ciwanekî li nav bexçeyekî taxa Beroşk a Duhokê hat dîtin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, navê wî ciwanî Mihemed Mistefa Îbrahîm e û temenê wî 34 sal bûne.

Endamên malbata wî ji Rûdawê re ragihandin ku Îbrahîm li xwaringeheke Duhokê kar dikir.

Her li gor zanyariyên Rûdawê, rewş tendirustî ya wî ciwanî berî niha xerab bûbû.

Rudaw
Top