• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Çemçemal di şerê malbatan de kesek hat kuştin

Li Çemçemal di şerê malbatan de kesek hat kuştin
Li bajarokê Çemçemal yê Herêma Kurdistanê di şerê du malbatan de herî kêm kesek hat kuştin.

Berdevkê tenduristiya bajarokê Çemçemal, Şerîf Mela Rehîm ji BasNewsê re got, îro danê sibê termê kesekî anîn nexweşxaneya Çemçemal ku 4 fîşek lê ketibû.

Şerîf Mela Rehîm her wiha got, beriya wê jî kesekî birîndar anîbûn ku bi kêran hatibû birîndarkirin.

Berdevkê tenduristiya Çemçemal da zanîn, ew her du kes di şerê du malbatan de li nahiya Şoriş ya Çemçemalê bibûn qurbanî. Du malbatan li ser zarokan li hev dabûn. Di wî şerî de kesek hatibû kuştin û yek jî birîndar bibû.
Top