• Monday, 22 July 2024
logo

Li Sêrtê qelen hat rakirin

Li Sêrtê qelen hat rakirin
Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdarbûne serokên eşîretan û rîspiyên bajêr qelen hate rakirin. Serokên eşîretan û rîspiyê bajêr dibêjin “me biryareke dîrokî daye” û kesên pabendî vê yekê nebe, dê beşdarî dewetên wan nebin.

Serokên eşîretan û rîspiyên bajêr di bin pêşengiya Şêx Bahattin Oran de li Sêrtê civiyan û biryar dan qelenê ku li pêşiya zewaca ciwanan astengiyek mezin e, rakin.

Berpirsê Medreseya Basretê Hifzullah Oran ragihand ku vê biryarê li ser gazinan rakirine û wiha got “Îro me biryareke dîrokî wergirt. Em bi rîspî û serokên eşîran re civiyan û me biryar da ku em qelen ji holê rabikin. Ciwanên me yên ku bizewiciyana, gelek astengiyan dikişandin. Haya me ji vê yekî hebû. Me gilî û gazincên ku dihatin nirxandin û Şêx Bahattin Oran agahdar kir. Wî jî serokên eşîran civand û biryar da ku ji îro pê ve qelen neyê wergirtin.”

Oran diyar kir ku wan di dewetan de çiqas zêr bê stendin wan diyar kiriye û wiha berdewam kir “bê cudahiya cureyan, her tişt di nav de bi giştî dê 200gr zêr bê stendin. Şîranî bê rakirin. Ji bo mesrefê 10 hezar Lîre dê bidin malbata bûkê. Kesên ku pabendî van biryarên ku hatine wergitin nebin, dê tu kes beşdarî dewetên wan nebin. Xwedê bixêr û bextewar bike.”

Serokê Eşîreta Dudaran, Mehmet Tetîk jî diyar kir ku wek eşîretê ji bo rakirina qelen wan gelek hewl daye û got “Qelen ji bo ciwanên me yên ku dixwestin bizewicin astengiyeke mezin bû. Me di vê mijarê de gelek hewl dan lê tu pabendiyek pê nedihat kirin. Niha jî bi pêşengiya Şêx Bahattîn Oran serokên eşîretan civiyan û biryar wergirtin. Ji niha pê ve bi tu awayekî qelen û di dewetan de jî şîranî neyê dayîn. Ev biryar ne tenê bi gotinan lê bi nivîskî jî hate tomarkirin. Eşîretên ku pabendî van biryaran nebin, em ê beşdarî dewetên wan nebin.”

Rudaw
Top