• Friday, 26 April 2024
logo

Herdu bira mirî hatin dîtin

Herdu bira mirî hatin dîtin
Li Stenbolê 2 zarokên ku ji duh nîvro ve bê serûşûn bûn, mirî hatin dîtin.

Bûyer li Taxa Mîmar Sînan a li Çekmekoy a Stenbolê qewimî. Li gor zanyariyan zarokên bi navên Hasan û Huseyîn Buyur, duh, 08.03.2021, derdora demjimêr 12.00ê nîvro winda bûn.

Li ser agahdarkirina malbatê tîmên emnî li wê navçeyê ji bo dîtina Hasan ê 4 salî û Huseyînê 8 salî xebat dan destpêkirin.

Di encama wan xebatan de termên herdu birayên biçûk di çaleke li pişt mala wan de hatin dîtin ku li avahiyekê ji bo asansorê hatibû kolan.

Termê herdu zarokan ji aliyê tîmên hawarçûnê ve ji wê çalê hatin derxistin û bo morgê hatin veguhastin.

Hêzên emnî derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Rudaw
Top