• Saturday, 27 April 2024
logo

Tohmetbarê destdirêjiya li ser zaroka 4 salî hat girtin

Gulan Media February 28, 2021 Civakî
Tohmetbarê destdirêjiya li ser zaroka 4 salî hat girtin
Zilamekî 38 salî li Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê destdirêjî li zarokeke keç ya 4 salî kir zaroka birîndar rakirin nexweşxaneyê û tometbar jî ji aliyê asayîşê ve hate girtin, lê kenîseya wî bajarî daxwaz ji Asayişê kir ku radestî wan bike û ew bi xwe hukmê wî bide, ji ber ku tewanbar mesîhî ye.

Jineke Mesîhî li nav mala xwe baxçeyekî zarokan ji bo karmendan ava kiribû, ew kesên ku kar dikin, dema diçin kar zarokên xwe li wê malê dihêlin.

Zilamê malê, dema ku jina wî ne li mal bû ye, zaroka 4 salî bi tenê maye, destdirêjiya cinsî lêdike, zarok giran birîndar dibe, wê radikin nexweşxaneyê.

Piştî ew zilam hat desteserkirin, Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê ragihand ku malbata zaroka 4 salî ya li dijî wê êrişa cinsî hatibû kirin, gilînameyek pêşkêş kir.

Ji aliyê din ve Kenîseya Tirbespiyê jî daxwaz ji Asayişê kir ku radestî wan bike û ew bi xwe wî ceza bikin.

Rudaw
Top