• Friday, 26 April 2024
logo

Li wî bajarê Kurdan hejmara Kurtajkirinê ji sedî 40 zêde bûye

Gulan Media February 10, 2021 Civakî
Li wî bajarê Kurdan hejmara Kurtajkirinê ji sedî 40 zêde bûye
Li Parêzgehên Urmiye, Loristan û Îlamê yên Rojhilata Kurdistanê hejmara jinên ku zarokan jiber xwe dibin/kurtaj dikin ji sedî 40 zêde bûye.

Li gorî daneyên saziyên bijîşkiya dadî yên parêzgehên Urmiye Loristan û Îlamê di 6 mehên dawî de buyerên jiberkirinê li gorî heman dema sala borî de hejmarek mezin zêde bûye.

Li gorî daneyên fermî di nav 6 mehên dawî de li Urmiyê 72, li Loristanê 105 û li Îlamê jî 110 jin xwe jiber kirine.

Lê saziyên fermî yên van wîlayetan, hejmara kesên ku bi awayekî ne fermî xwe jiber kirine nabêjin.

Li gorî daneyên Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê sala borî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê 600 hezar jin xwe jiber kirine. Piraniya vê rêjeyê bi awayekî ne fermî hatine jiberkirin.

Sedema piraniya jinên ku xwe jiber dikin ji ber pirsgirêkên aborî ne.

Civaknas Dr. Emîr Îrfanî di derbarê vê yekê de dibêje pirsgirêk tenê ne aborî ye. Rewşa civakî ya malbatan û têgihiştina çandî jî di jiberkirinê de roleke mezin dileyîze.

Rejîma Îranê qedexekirina jiberkirinê ji salên 1970î vir de berdewam dikir lê di sala 2005an de hinek sist kir. Cara yekem di sala 1996an de di guhertineke qanûnî de gava jiyana dayîkê bikeve xetere, dikare xwe jiber bike.

Di 12ê Nîsana 2005an de di parlamentoya Îrandê qanûna jiberkirinê hat qebûlkirin. Li gorî qanûna nû eger pitika di zikê dayikê de ji aliyê derûnî û laşî kêm endam be, di demeke sînordar de dikare xwe jiber bike. Dema destûr dayîna jiberkirinê di Quranê de tê diyarkirin.

Li gorî Quranê, berî ku mejiyê embriyo zindî bibe yanî di nav 4 mehan û 10 rojan de dikarê bê jiberkirin.

Li gorî vê qanûnê ji bo jiberkirinê eger embiryo ji aliyê derûnî û laşî kêm endam be divê ji aliyê 3 jînekolog û bijîşkek dadrêsî ve were belge kirin. Herwiha divê dê û bav jî li ser vê yekê li hev bikin.

Eger jiberkirin li nexweşxaneyeke taybet bê kirin hem ji bo bijîşk hem jî ji bo nexweş cezayê pere û heps yên giran hene.

Li aliyê din qanûna jiberkirinê gelek pirsgirêkên civakê pişt guh dike. Qanûn tenê ji bo yên zewicandî derbas dibe.

Lêbelê li gorî çapemeniya Îranê salane nêzikî 100 hezar kes bi awayekî ne fermî xwe jiber dikin. Piraniya jinên ku xwe jiber dikin di navbera 16-30 salî de ne.

Rudaw
Top