• Thursday, 28 March 2024
logo

Silêmanî- Hemwelatiyekî dawî bi jiyana xwe anî

Gulan Media February 9, 2021 Civakî
Silêmanî- Hemwelatiyekî dawî bi jiyana xwe anî
Îro roja sêşemê 09.02.2021ê li parêzgeha Silêmaniyê hemwelatiyekî temen 51 sal xwe daliqandiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Berpirsê Hawarçûnê yê Silêmaniyê Saman Tahîr ji BasNewsê re axivî û da zanîn hemwelatiyekî temen 51 salî ji ber sedemeke nediyar dawî li jiyana xwe aniye. Herwiha cenazeyi wî kesê xwe daliqandiye ji bo pizîşkiya dadî ya Silêmaniyê hatiye veguhestin û lêkolînê derbarê babatê de dest pê kiriye.

Cihê behsê ye duhê li zindana Silêmaniyê jî kesekî bi lufika hemamê dawî bi jiyana xwe anîbû.

Basnews
Top