• Friday, 29 March 2024
logo

Li Almanyayê gencekî Kurd mirî hat dîtin

Gulan Media January 20, 2021 Civakî
Li Almanyayê gencekî Kurd mirî hat dîtin
Gencekî Kurd ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Herford ê Almanya di nav mala xwe de mirî hat dîtin.

Li bajarê Herford ê Almanya gencê bi navê Şiyar Kemal Sîdo 32 salî ku ev 4 sal û nîv e li Almanya dijiya, di nav mala xwe de mirî hat dîtin. Şiyar Kemal Sîdo xelkê gundê Meydan Ekbes ê Kosa ye.

Bavê Şiyar, Kemal Sîdo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, kompanya ku kurê wî lê kar dikir bi wî re axivîye û jêre gitiye, ku ev 5 roj in Şiyar nayê ser kar, piştî ku xwediyê kar diçe mala Şiyar ku bi tenê di nav şuqeyê de dijiya, dibîne ku miriye.

Polîsê wî bajarî ji bavê Şiyar re gotiye, sedema mirinê ji ber têla elektirîkê bûye, lê jê re zelal nekirine, xwe întîhar kiriye, yan hatiye kuştin.

Polîsan dest bi lêkolînê kirin û wê piştre hemû hurgiliyan eşkere bikin.

Rudaw
Top