• Tuesday, 16 April 2024
logo

Kur û keçeke Şingalî xwe kuştin

Gulan Media January 8, 2021 Civakî
Kur û keçeke Şingalî xwe kuştin
Du ciwanên Şingalî li du kampên cihê li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê dawî li jiyana xwe anîn û xwe kuştin.

Yek ji wan ciwanan keçeke 16 salî ya bi navê Selma Seîd Îdo ye ku li Kampa Bêrsiva Du li sînorê parêzgeha Duhokê niştecih bûye û doh Pêncşemê 7ê Çileya 2021an xwe xeniqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Mahir Mişo, Berpirsê Kampa Bêrsiva Du derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got, Selma Seîd Îdo pêncşemiyê di demjimêr 11:30an de dawî li jiyana xwe aniye.

Mişo diyar kir, piştî agahdarbûna ji bûyerê tîmên ser bi tendirustiya kampê ve û hêzên polîs, asayiş û rêveberiya kampê çûne cihê bûyerê.

Berpirsê Kampa Bêrsiva Du diyar kir, “heta niha sedema xwekuştina wê keça 16 salî nayê zanîn, lê polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.”

Di bûyereke din de, kurekî 20 salî yê koçberê xelkê Şingalê jî li Kampa Ruwange ya Duhokê bi benekê xwe daliqandiye û xwe xeniqandiye.

Ev bûyer jî doh pêncşemiyê çê bûye û navê wî ciwanê Şingalî Şemo Bedel û ji Kurdên Êzidî ye.

Ceifer Simo, Rêvebirê Karûbarên Kurdên Êzidî li Duhokê têkildarî bûyerê ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Hêj ne zelal e ka sedema xwekuştina wî ciwanî çî ye, lê lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.”

Bi gotina Ceifer Simo, di nava van çend rojên dawiyê de, ev çaremîn bûyera xwekuştinê di nava kampên xelkê Şingalê yên li sînorê parêzgeha Duhokê de ye.

Çend xortên xelkê Şingalê li ser torên civakî kempînek li dijî belavkirina wêne û zanyariyên têkildarî bûyerên xwekuştinê belav kirine, çimku bi gotina wan, belavkirina wêneyan xelkê din han dide, ku xwe bikujin.

Rudaw
Top