• Tuesday, 23 April 2024
logo

Keçeke Şingalî li nav kampê dawî li jiyana xwe anî

Gulan Media January 5, 2021 Civakî
Keçeke Şingalî li nav kampê dawî li jiyana xwe anî
Keçeke 15 salî ya xelka Şingalê şeva duşemiyê li Kampa Şariya ya ser bi Duhokê ve xwe xeniqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Ceifer Sino, Birêvebirê Karûbarên Êzidiyan li Duhokê têkildarî bûyerê ji Rûdawê re ragihand, “hêj sedema xwexeniqandina wê keçê ne xuya ye û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine.”

Navê wê keça 15 salî ku xwe xeniqandiye, Ehlam Xêro Xwedêda ye, xelka bajarokê Gir Uzêr li başûrê Şingalê û nişteciha Kampa Şariya ya li Duhokê bûye.

Ev duyemîn bûyera xwexeniqandina keçên aware yên Şingalê di nava 24 demjimêrên bihorî de ye.

Doh 4ê Çileya 2021 danê sibehê jineke Kurda Êzidî û awareya Şingalê bi navê Esmehan Xidir li Kampa Êsiyan ku dikeve sînorê qezaya Şêxanê xwe xeniqandibû.

Esmehan Xidir 20 salî û ji Komelgeha Sîba Şêx Xidir a li başûrê qezaya Şingalê bû, ku ji sala 2014an ve li gel malbata xwe li Kampa Êsiyan bicih bûbû. Esmehanê di nava çadira xwe de li kampê bi benikekê xwe xeniqandibû.

Îlyas Xidir, birayê wê jinê ji Rûdawê re ragihandibû, xwîşka wî dawî li jiyana xwe aniye û bi awayekî hilawîstî hatiye dîtin. Îlyas Xidir gotibû, “Temenê xwîşka min 20 sal bûn, piştî 8 meh ji zewacê sala derbasûyî ji hevjînê xwe cuda bû û li gel me dijiya.”

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Koç û Koçberan a Duhokê, Karwan Zekî jî ji Rûdawê re ragihandibû, “Polîs derbarê bûyerê de lêkolînê dikin û hêj nayê zanîn ka sedema bûyerê çi bûye.”

Rudaw
Top