• Friday, 19 April 2024
logo

Polîsê Hewlêrê: Li ser şerê Daretû 6 kes hatin girtin

Gulan Media December 30, 2020 Civakî
Polîsê Hewlêrê: Li ser şerê Daretû 6 kes hatin girtin
Polîsê Hewlêrê ragihand, li ser şerê nahiya Daretû ya Hewlêrê 6 kes hatin girtin.

Duhî li nahiya Daretû ya Hewlêrê di navbera du malbatan de şer derketibû.

Li ser wê rûdanê, berdevkê polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ragihandiye, di wî şerî de ku ji ber arîşeyeka civakî derketibû, du kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne. Yên ku hatine kuştin, xortekî 17 salî û zilamekî 30 salî ne.

Wî efserê polîs da zanîn, heta niha ji her du aliyên şer 6 kes hatine girtin.

Basnews
Top