• Friday, 29 March 2024
logo

Keçeke Kurda Êzidî li beravên Tirkiyê xeniqî

Gulan Media December 30, 2020 Civakî
Keçeke Kurda Êzidî li beravên Tirkiyê xeniqî
Keçeke Kurda Êzidî ya bi navê Xatûn Murad ku 26 salî û xelka Şingalê ye, li beravên Tirkiyê xeniqî ye û heta niha termê wê nehatiye dîtin.

Xatûn Murad tevî xuşkeke xwe ya bi navê Sara û birayekî xwe yê bi navê Dexîl roja 11 Kanûna 2020an ji Kampa Derkar a li qezaya Zaxoyê derketine û ber bi Stenbolê ve birêketine.

Malbata Xatûnê dibêje, wan xwestibû bi rêyên qaçax xwe bigihînin Yunanê û paşê jî Almanyayê, lê berî çar rojan di Deryaya Egeyê de belema wan noqmî avê bûye û di bûyerê de Xatûn Murad a 26 salî canê xwe ji dest dide.

Sara û Dexîl, xûşk û birayê Xatûnê ji bûyerê filitî ne û vegeriyane Stenbolê.

Tevî ku çar roj di ser bûyerê re derbas bûne, lê hêj termê Xatûna 26 salî nehatiye dîtin.

Sêvê Murad dibêje: “Xûşkek û birayekî min niha li wê derê (Tirkiyê) mane, em dixwazin wan bînin cem dayika xwe, em dixwazin termê xûşka min ji me re bînin, çawa bikarin bila ji me re bînin.”

Tîmên lêgerînê yên Tirkiyê li du termê Xatûn Murad digerin, lê heta niha hewldanên wan bê encam mane.

Xêrî Qaîd, mamê Xatûnê jî dibêje: “Min ew birin Balafirxaneya Hewlêrê, piştî ku çûne Tirkiyê, xwestine bi qaçaxî xwe bigihînin Yunanê, êdî piştî wê yekê me ti zanyarî jê wernegirt.”

Rudaw
Top