• Friday, 19 April 2024
logo

Karsazeke jin bi atolyeya xaliyan derfeta kar ji bo keç û jinan pêk aniye

Gulan Media December 19, 2020 Civakî
Karsazeke jin bi atolyeya xaliyan derfeta kar ji bo keç û jinan pêk aniye
Songul Buldî ku niha 3 atolyeyên dariştin û çêkirina xaliyan li Diyarbekirê birêve dibe, tîne ziman ku wek jinekê, wê gelek zehmetiyan kişandiye û hin caran hatiye asta ku dest jê berbide, lê tîne ziman ku ji bo armanc û xeyalên xwe pêk bîne, mil daye hemû zehmetî û astengiyan û dixwaze bi kirinên xwe ji bo jinan bibe mînakeke baş.

Songul Bûldî ji 10 saliya xwe ve bi karê çêkirina xaliyan re hevnas bûye û ji bo ku di vê pîşeyê de; xwe bi pêş bixe her hewlan daye. Songul Buldî, piştî ku hûrguliyên kar fêr dibe û dibe şarazayeke xaliyan, ewil keçikên ku dixwazin kar bikin, perwerde kiriye û niha jî li 3 atolyeyan, 50 keç û jin, di atolyeyên wê de kar dikin û pere qezenc dikin.

Bûldî tîne ziman ku wê bêyî ku tu piştgirî werbigre, karê xwe zêde kiriye û ji ber pêşketinên siyasî, civakî û aborî gelek caran, zirarên mezin kiriye û bi gelek zehmetiyan re rûkal maye. Lê hewlên xwe berdewam kiriye û niha şanaz e ku bi şagirt û xebatkarên xwe re aboriya xwe hildiberînin.

Karsaza çêkirina xaliyan Sungul Bûldî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Dema ku ez li derve bêhnteng dibim û pirsgirêkan dijîm, têm vê derê û hemû pirsgrêkan ji bîr dikim. Ji ber ku bi kêfxweşî dikim, zehmetiya vî kara ji bo min nîn e. Lê armanca min ew e ku ji keç û jinên me re bibim mînak da ku xwe bipêşbixin. Gelek caran jî me wek mînak dibînin. Wek mînak li navçeya Hênê, dema ku me atolye vekir, gişt malbatan nedihiştin ku qîz werin atolyeyê. Piştî ku me dîtin, bawerî anîn, wê helwesta xwe guhartin. Ji ber ku beriya me keç û qîz nikaribûn derbikevin kuçeyê jî û em bûn mînakeke baş.”

Songul Bûldî ji sala 2012an ve atolyeyên çêkirina xaliyan saz kiriye û li ser xaliyan, li gel neqşên Osmanî û heyî, neqşên heremî û xwerû jî li gor daxwazan dide dariştin.

Denîze Kiziltepe jî li zaningehê laborantî dixwîne û di destpêkê de ji bo xercên xwe yên rojane bidest bixwe hatiye atolyeyê, lê piştre xwestiye ku vî karî wek huner û pîşeyekî fêr bibe.

Xebatkara atolyeya xaliyan Denîze Kiziltepe diyar kir: “Min dît ku ez fêrî pîşeyeke nû dibim. Li gel zaningehê, ez p,şeyeke din jî fêr dibûm û ji aliyê din ve jî, çêkirin û dariştina xaliyan wek terapiyekî ye; weka ku em bi hevalên xwe re bipeyîvin, bi xaliyan re derd û kêfxweşiyên xwe parve dikin, loma jî gelek xweş e.”

Berfîn Acet jî tîne ziman ku wê dest ji xwendinê berdaye, lê li vê atolyeyê xwe gelek baş hest dike û vî karî wek derfeteke girîng dibîne.

Xebatkara atolyeya xaliyan Berfîn Acet: “Wexta ku vê derê nû vebû, haya min jê tunebû. Lê hevalên min dihatin vê derê. Hevalên min gotin pîşeyeke gelek xweş e. Ji ber ku min dest ji xwendinê berdabû jî dixwestin ez karekî fêr bibim. Ez jî ji bo pişeyekî fêr bibim hatim û di destpêkê de hinek zehmet bû, lê piştre ku ez fêr bûm gelek baş bû û xweş e.”

Li gor mazinahiya xaliyan yên 4 metre kare û 6 metre kare ne, teqrîben di navbera 2 meh û nîv 3 mehan de bi kedeke mezin amade dibin. 2 cureyên ku ji tayên rîs û ji tayên hevrişîm tên çêkirin yên xaliyan hene. Xalî û xalîçeyên ku hatine çêkirin, di destpêkê de ji bo bazara navxweyî hatine firotin, lê niha ji bo Amerîka û gelek welatên li Ewrûpayê jî tên firotin.

K24
Top