• Thursday, 25 April 2024
logo

Sine – Li Dêgulan jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêran hat kuştin

Gulan Media December 16, 2020 Civakî
Sine – Li Dêgulan jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêran hat kuştin
Li bajarokê Dêgulan li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandie, şeva 14 Kanûna îsal, jineka kurd bi navê Azade Mirowetî li gundê Tîleko yê bajarokê Dêgulan li parêzgeha Sine, bi destê hevjînê xwe hat kuştin.

Li gorî agahiyan, Azade bi kêran hatiye kuştin. Azade û hevjînê xwe mirovên hev bûn û çend meh berê bi hev re zewicîbûn.

Hevjînê wê jina kurd destpêkê gotibû du kesan jina min kuştin û ez jî birîndar kirim. Lê paşê îtiraf kir ku wî bi xwe jina xwe kuştiye.

Basnews
Top