• Friday, 19 April 2024
logo

Solîna Êvê hunermend û çalakvana Duhokî xwe radestî polîs kir

Gulan Media November 23, 2020 Civakî
Solîna Êvê hunermend û çalakvana Duhokî xwe radestî polîs kir
Keça li Duhokê ya bi navê Solîna Êvê ku îdia dike ji aliyê ksekî ve li saziyeke jinan hewla destdirêjîkirin li ser wê hatiye dan, lê dadgehê biryara girtina wê bi xwe daye, îro xwe radestî hêzên polîs kir.

Berdevkê Polîsê Duhokê, Hêmin Silêman ji Rûdawê re ragihand, “îro Yekşemê 22ê Mijdara 2020an, Solîna Êvê hunermenda keç a Duhokî xwe radestî polîs kir û paşê bo Çaksaziya Jinan a Duhokê hat şandin, daku li wir cezayê 6 meh zindana xwe temam bike.”

Di Mijdara 2018ê de, çend kes êrîşî Mihemed Hîro, Berpirsê Rêxistina Derya li bajarê Duhokê dikin, piştî sê mehan her yek ji hunermenda keç Solîna Êvê, keçeke xelka Silêmaniyê û xortekî xelkê Şingalê, têkildarî bûyerê li dadgehê li xwe mikur hatibûn û îfadeyên wan hatibûn wergirtin.

Piştî dadgehîkirina wan, dadgeha Duhokê biryara şeş mehan deteserkirin li mal bi ser wan de sepandibû, paşê jî di 15ê Mijdara 2020an de Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê ew biryar guhert û li gor biryara Dadgeha Pêdeçûnê, divê her sê kes bo dema şeş mehan bên zindanîkirin.

Li aliyekê din, bi gotina Solîna Êvê ku beşa endazyariya plandanînê li zanîngeha Duhokê qedandiye, wê piştî qedandina zanîngehê xwestiye di rêkxistineke warê parastina mafên jinan de kar bike, lê ji aliyê kesekî li wê saziyê hewla destdirêjiyê li ser wê hatiye kirin û wê jî berevaniyê li xwe kiriye û xwe ji destê wî kesî rizgar kiriye.

Solîna herwiha dibêje, piştre kesê ku hewl daye destdirêjiyê bike, doz li dijî wî vekiriye û dadgehê jî cezayê 6 meh zindanê lê biriye û biryara girtina wê daye.

Berdevkê Polîsê Duhokê derbarê du tometbarên din ên dosyeyê de dibêje, ew hêj nehatine desteserkirin û hêzên wan li pey wan kesan digerin. Hêmin Silêman got, “di rêya Rûdawê re em daxwaz ji wan dikin ku xwe radest bikin, eger na dê cezayê wan girantir bibe.”

Serokê Dadgeha Tawanan a Duhokê û dadwerê dadgeha keysa Solîna û Mihemed Emîn Hîro, Dr.Ebdulrehman Silêman Zêbarî da xuyakirin, dadgehê bi awayeke bê alî serederî li gel vê dosyeyê kiriye, destpêkê 4 kes hatibûn desteserkirin lê piştre belge li ser yek ji wan kesan nebû û ew hate azadkirin û 3 kesên din hatin dadgehîkirin û biryar derbarê wan de hate dan.

Dr.Ebdulrehman Silêman Zêbarî got, “divê her sê tawanbar bêne zindanîkirin, ev biryara dadgeha pêdeçûnê ye. Ti kes nikare bandorê li vê biryarê bike.”

Têkildarî nerazîbûnên li hember biryara dadgehê jî, dadwer Ebdurehman Zêbarî diyar kir, “ew tawanbar dikarin li hember biryara dadgeha pêdeçûnê îtîrazê bikin, biryar li cem wan e, lê heta biryareke din dernekeve, divê ewên di zindanê de cezayê xwe wergirin.”

Piştî biryara dadgeha pêdeçûnê, Solîna Êvê li ser medyaya civakî û herwiha di rêya medyayê re ragihand, ku berpirsê wê rêxistinî hewl daye destdirêjiya sêksê li ser wê bike, lewma wan jî ew tevger li hember wî kesî pêk aniye. Solîna Êvî daxwaz ji rêxistinên jinan û çalakvanan jî kiriye, ku berevaniyê li wê û mafên wê bikin.

Rudaw
Top