• Friday, 19 April 2024
logo

Li Reqayê jinek hevjîn û çar zarokên xwe yên nabînin xwedî dike

Gulan Media October 25, 2020 Civakî
Li Reqayê jinek hevjîn û çar zarokên xwe yên nabînin xwedî dike
Li Reqayê welatiya bi navê Sediya Imad Elhamid hevjîn û çar zarokên xwe yên nabînin bi nanê tenûrê xwedî dike.

Sediya Imad Elhamid a 37 salî, di 14 saliya xwe de hevjînî pêk aniye, lê hevjînê wê hêj ew nedîtiye. Sediya Îmad Elhamid 23 sal in kar dike. Herî dawî, tenûrk bi keviran li ber deriyê malê lê çêkiriye, nan lêdixe, difroşe cîran û malên derdorê xwe.

Sediyê Îmad ku sala 2017an di dema şerê navbera hikûmeta Sûriyê û DAIŞ de koçberî Reqayê dibe û ew jin bi firotina nanê tenûrê debara xwe dike.

Sediya Îmad Elhamid dibêje: “Ji saet 06:00ê sibehê ve ez destpê dikim, ez ji bo xwedîkirinê nan lê dixim, ez difroşim kesên xwe û xelkê taxa xwe.”

Rojê du kîs ara lêdixe, her 7 nanan jî bi 500 lîreyên Sûrî difroşe, bi zehmetî erd û erdû peyda dike.

Ew malbat ji bajarê Elbû Kemal yê Sûriyê ye, çar zarokên ku nabînên têde çavê xwe li dinyayê vekirine, lê cîhanek ku hîn nedîtibûn, di sala 2017 de li wan qewimê, şer di navbera DAIŞ û hikumetê Sûriyê de li Elbû Kemal rû da û ew neçar bûn mala xwe bicîbihêlin, bi vî halî rêya koçberiyê bigrin ber û li Reqayê bibin kirêcî.

Xwendekarê nabîn Mistefa Salih Elhamid jî got: “Ez hewl didim bibim xwedî bawernameyê di siyasetê de. Ez hewl didim niha di refa nehan de, pileya yekem bidest bixim û di bekeloriya de jî, herwiha hewl didim tevaya xewnên xwe pêk bînim û nifşekî ava bikim ji bo avakirkrina welat û navê min çê bibe û di dîrokê de bê tomar kirin wek gelek hevalên min yên xwedî pêdawistiyên taybet.”

Ew di dibistanê de jêhatî ne, lê barê aborî giran e, kes tune wan xwedî bike, ji dê pêve, ti kes di malê de kar nake. Bijîşkên wan dibêjin, pirsgirêka çavê wan zikmakî ye.

Rudaw
Top