• Friday, 29 March 2024
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê întîhar kirin zêde bûye

Gulan Media October 24, 2020 Civakî
Li Rojhilatê Kurdistanê întîhar kirin zêde bûye
sedema piraniya întîharan kêşeyên nava malbetanin.
Di nava mehekê de herî kêm 12 kes xwe întîhar kirine.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, di nav mehekê de li Rojhilatê Kurdistan 12 kesan xwe kuştine ku 6 jin û 6 jî zilam in.

Li gorî raporta Hengawê, temenê 5 kes ji wan kesên ku xwe kuştine, kêmtirî 18 salan e. 4 ji wan keç û yek jî kur e.

Li gorî agahiyan, sebeba piraniya wan xwekuştinan, arîşeyên nav malbatê bûne.

Li gorî raporta Hengawê; Li Îlamê 3 kesan xwe kuştine (2 jin û zilamek), li Kirmaşanê zilamek, li Sine 5 kes (2 jin û 3 zilam) û li Ormiyê jî 3 kes (2 jin û zilamek) xwe kuştine.
Top