• Friday, 19 April 2024
logo

Jinek zilamek dikuje û li goristanê davêje

Gulan Media October 12, 2020 Civakî
Jinek zilamek dikuje û li goristanê davêje
termê zilamê li goristaneke Hewlêrê avêtiye.
Ew jin ji aliyê polîsê Hewlêrê ve hatiye girtin.

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê ragihand ku hêzên polîs karîne piştî wergirtina zaniyariyên pêwîst li dor hebûna cenazeya zilamekî di nava goristaneke Hewlêrê de, kesek ku ew zilam kuştiye binçav bikin.

Di daxuyaniya polîs de hatiye eşkere kirin ku ew zilam ji aliyê jinekê ve hatiye kuştin û termê wî jî li goristaneke Hewlêrê hatiye avêtine.

Ew jin niha hatiye girtin û wê were darizandin.
Top