• Friday, 19 April 2024
logo

Berdereş- Xortekî dawî li jiyana xwe anî

Gulan Media October 9, 2020 Civakî
Berdereş- Xortekî dawî li jiyana xwe anî
Êvara roja pêncşemê li qezaya Berdereş li parêzgeha Duhokê xortekî dawî bi jiyana xwe anî.

Rêveberê Polîsê Berdereş Emîd Seîdî Berzincî, ji BasNewsê re axivî û got:” Êvara îro roja pêncşemê li sînorê nahiyeya Daretûyê ya ser bi qezaya Berdereş xortekî bi 2 gulleyên keleşnîkofê dawî bi jiyana xwe anî.”

Herwiha Emîd Seîdî Berzincî got: “Navê wî xortî (H. A) ye û temenê wî 15 sal e li mala xwe dawî bi jiyana xwe aniye û heta niha sedema xwekuştina wî xortî nayê zanîn û termê wî xortî bo dadgeha pizîşkî ya Duhokê hatiye şandin û lêkolînan dest pê kiriye.”

Basnews
Top