• Thursday, 25 April 2024
logo

Qeladizê…Kesekî birayê xwe kuşt

Gulan Media October 2, 2020 Civakî
Qeladizê…Kesekî birayê xwe kuşt
Îşev yek li taxeke bajarê Qeladizê du birayan li gel yek şer kirin û di encamê de yek ji wan ê din kuşt û ew bixwe jî birîndar bû.

Rêveberiya polîsê Raperîn bi daxuyaniyekî aşkera kir: ‘’Îro 01.10.2020ê demjimêr 19:45ê şev du birîndar ku herdu jî birane û bi navê M.Ê. yê dayîkbûyê sala 1991ê Pêşmergeye û rûniştvanê Qeladizê taxa Henarokê ye û birayê din jî bi navê M.Ê ye û dayîkbûyê 1995ê ye rûniştvanê Qeladizê taxa Henarokê ye her du gehandin nexwaşxaneya giştî ya Qeladizê ne, piştî demekê yek ji wan ji ber birîna wî giranbû li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest da.’’

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Bi gotina kesûkarên wan ew her du bira li mala xwe bi sedemekî nayê zanîn li gel yek nîqaş kirin û piştre bû şerê wan ku her du jî çeke dermançê û çifteyê ve (çeka nêçîrê) bikaranîn û gule li hev berdan û cîhê guleyan di bedena kesê mirî de heye û cîhê saçmayan di bedena kesê birîndar de heye.’’

Basnews
Top