• Friday, 29 March 2024
logo

Li sînorê Kerkûkê termê hemwelatiyekî hate dîtin

Gulan Media September 21, 2020 Civakî
Li sînorê Kerkûkê termê hemwelatiyekî hate dîtin
Li gor gotinên rêveberê nahyeya Leylan a ser bi parêzgeha Kerkûkê, termê hemwelatiyekî li sînorê nahyeya wan hatiye dîtin û diyare ku bi guleyan hatiye kuştin û nayê nas kirin.

Rêveberê nahyeya Leylanê Mihemed Weys ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî li ser rêya Leylanê û nêzîk rêya gundê Mehmûdiye ya Kerkûkê termê hemwelatiyekî hate dîtin, ku bi guleyan hatiye kuştin.’’

Herwaha got: ‘’Îro 21.09.2020ê serê sibehê termê wî hemwelatî ji bo bijîşkê dadî yê bajarê Kerkûkê hate veguhestin.’’

Navborî got: ‘’Ji ber ti nasnameyek û belgeyek di berîka wî de nebû, ew term nehate nasîn, lê zêdetirî 30 saliye.’’

Basnews
Top