• Wednesday, 24 April 2024
logo

Serokwezîrê Pakistanê: Zilamên destdirêjiya seksê dikin bila bên xesandin yan bidarvekirin

Gulan Media September 16, 2020 Civakî
Serokwezîrê Pakistanê: Zilamên destdirêjiya seksê dikin bila bên xesandin yan bidarvekirin
Serokwezîrê Pakistanê proje pêşniyarek pêşkêş kiriye ku ew zilamên destdirêjiya seksê dikin bên xesandin yan bidarvekirin li cihên giştî.

Li rêya derve ya bajarê Lahur, li êvara Pêncşemê, jineke 30 salî ligel dû zarokên xwe li ser rê rawestiyabûn ji berku benzîna otombêla wê xelas bû. Wê jinê peywendî bi bi polis kiriye, lê beriya ku polîs bigihin 2 zilaman li bin gefa çek ji otombêla derxistine, destdirêjî li ser jinê kirin li ber çavê zarokên wê û pare û tiştên pêre jê dizîne.

Nasnameya wan herdû kesan bi rêya DNA aşkera kiriye lê heta niha kes nehatiye girtin.

Li Pakistanê rojane 3 jin tên kuştin, lê amarên destdirêjiyê gelek hûr nînin.

Ji bilî cezakirina tawanbaran, xelk daxwaza jikardûrxistina birêveberê polîsan jî dikin ku çend caran sûça wê destdirêjiyê xistiye milê wê jinê, ji ber ku li gor wî, diviyaba wê jinê bişevê geşt nekiriba yan jî takîd kiriba ji benzîna otombîla xwe.

Serokwezîrê Paksitanê Umran Xan ragihand, ew dixwazin tawanbaran li cihên giştî bidarve bikin lê ev bandorê li ser peywendiyên bi Europe re dikin, ji ber wê ew dixwazin tawanbar bên xesandin.

Rudaw
Top