• Friday, 19 April 2024
logo

Li Bexdayê di malekî de 3 kurd hatin kuştin

Gulan Media September 16, 2020 Civakî
Li Bexdayê di malekî de 3 kurd hatin kuştin
Îro 15.09.2020ê sê kes di malekî ya Rojavayê Bexda ya paytexta Iraqê hatin kuştin û yek ji wan bijîşkekî dermansaz bû.

Çapemeniya Iraqê ragehand, vê êvariyê li taxa Mensûr a Bexdayê bijîşkekî dermansaz û du kesên din li gel wî di mala wî de hatine kuştin. Derbarê bûyerê de hîn ti zanyariyên berfireh nehatine belav kirin û sedemê kuştina wan jî nayê zanîn.

Li gor zanyariyên çapemeniyê, ew mala ku 3 kes têde hatiye kuştin ketiye pişt Moll ango firoşgeha Babilyon a taxa Mensûr û dibe ku bûyer ti peyvendiya xwe bi bûyerekî terorîstî ve nebe.

Basnews
Top