• Friday, 26 April 2024
logo

Yûnanistan - Zilamekî Îranî ji ber destdirêjî li jineka kurd bi 40 sal zîndan hat sizadan!

Gulan Media September 13, 2020 Civakî
Yûnanistan - Zilamekî Îranî ji ber destdirêjî li jineka kurd bi 40 sal zîndan hat sizadan!
Li Yûnanistanê, qaçaxçîyekî Îranî, ji ber ku destdirêjî li penabereka kurd kiribû, bi 40 sal zîndan hat mehkûmkirin.

Malpera kurdî ya bi navê “pishtinews”, raport û nûçeyên penaberên kurd yên li Yûnanistanê belav dike, ragihandiye, çend roj berê dadgeha bajarê Salonîk yê Yûnanistanê, kesekî Îranî ku penaber bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Yûnanistanê dikir, bi tohmeta destdirêjî li ser penabereka kurd ya Rojhilatî û dayka du zarokan, bi 40 sal zîndan û sizaya 120 hezar euro mehkûm kir.

Li gorî agahiyên wê malperê, wî zilamî Îranî soz dabû zilamê wê jina kurd ku hevjîna wî û zarokên wî derbasî Yûnanistanê bike lê zilam bi darê zorê û tehdîda kuştinê, destdirêjî li wê jinkê kiribû û jinik ducanî kiribû.

Ew zilamê Îranî par dema bi wê jinka kurd re derbasî Yûnanistanê bibû, li ser daxwaza wê jinkê li bajarê Salonîk hatibû girtin.


Basnews
Top