• Thursday, 28 March 2024
logo

Hewlêr- Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê ateşgede vekirin

Gulan Media September 7, 2020 Civakî
Hewlêr- Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê ateşgede vekirin
Îro roja yekşemê 06.09.2020an bi amadebûna Nûnerê Wezareta Ewqaf û Karubarên Dînî yê Herêma Kurdistanê û nûner û peyrwên ola zerdeştiyan li Hewlêrê ateşgedeya zerdeştiyan li Hewlêrê hat vekirin.

Encûmena Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê serperişiya ateşgedeyê dike û Asrewan Ahura karûbarên dînî yên zerdeştiyan dike.

Berpirsê rêxistina Esna Awat Husamedîn di merasîmê de got: “Ji ber wê azadiya dînî li Herêma Kurdistanê heye. Em xelkê zerdeştî jî bi azadî dikarin karûbarên xwe yên ayînî birêve bibin û em ê ateşgede û navendên xwe jî vekin. Îro li Hewlêrê li paytexta Kurdistanê me liqa ateşgedeya xwe vekir. Li Hewlêra paytext gelek zerdeştî hene. Pêwîstiya wan bi hebûna atêşgedeyê hebû bo sirût û erkên xwe yên dînî birêve bibin. “

Basnews
Top