• Friday, 26 April 2024
logo

Ji girtîgehê reviya, hevjîna xwe li naverasta kolanê kuşt

Gulan Media August 29, 2020 Civakî
Ji girtîgehê reviya, hevjîna xwe li naverasta kolanê kuşt
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku ji girtîgehê reviya bû, hevjîna xwe li naverasta kolanê bi çifteyê kuşt.

Li gor agahiyên hatine belavkirin bûyer, li Kolana 588 a Taxa Aziziye ser bi bajarokê Yenîşehîrê yê Amedê qewimiye. Kesê bi navê Veysi Y. ji girtîgehê direve û hevjîna xwe ya bi navê Remziye Y. ku vegeriyabû mala bavê xwe, li naverasta kolanê bi çiftê kuşt û reviya.

Remziye ya dayîka zarokekê bi giranî birîndar bû lê heta tîmên tendirûstiyê gehiştin cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Hatiye ragihandin ku hêzên ewlekariyê dest bi karê xwe kirine daku wî kesê hevjîna xwe kuştiye bigrin.

Lê ti zanyariyên din nehatine belavkirin ka ew kes çawa ji girtîgehê reviya ye û sedem çi bûye li naverasta kolanê bê tirs hevjîna xwe kuştiye.

Rudaw
Top