• Friday, 29 March 2024
logo

Li Mêrdînê kesekî teqe li hevjîn û keça xwe kir

Gulan Media August 18, 2020 Civakî
Li Mêrdînê kesekî teqe li hevjîn û keça xwe kir
Li bajarokê Şemrexê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê ve li Bakurê Kurdistanê zilamekî teqe li hevjîn û keça xwe kir û herdû jî birîndar bûne.

Zilamekî bi navê Salih Parçîn ku li taxa Kayalar li bajarokê Şemrexê niştecî ye, li pêşiya çavê zarokê xwe ji ber ku aciz dibe teqeyê dike.

Di encama teqekirinê de, hevjîna Salih, Sûriya Parçîn û keça wan a 16 salî birîndar dibin. Ew bi alîkariya cîranan bo nexweşxaneya dewletê ya Şemrexê têne şandin û piştî çareseriya destpêkî bi ambulansan bo nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê hatine veguhestin.

Li gorî zaniyariyan, rewşa tendurustî ya Sûriya Parçîn ne cîgir e û ew di beşa çavdêriya hûr ya pizîşkî de ye, keçik jî guleyek di lingê wê ketiye û di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Di derbarê vê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Rudaw
Top