• Tuesday, 23 April 2024
logo

Berfîn a 18 salî li Mêrdînê xwe kuşt

Berfîn a 18 salî li Mêrdînê xwe kuşt
Li navçeya Artukluyê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, Berfîn A ya 18 salî ji ber ku di ezmûna bo têketina zanîngehê de encameke ne bi dilê xwe stand, derûniya wê têk çû û xwe kuşt.

Roja Duşema 27ê Tîrmehê 2020an encamên ezmûnên ên îsal ên ji bo têketina zanîngehan diyar bû. Berfîn A ya li taxa Yenîşehir a navçeya Artukluyê dijî piştî zanîn ku encama ezmûnê ne bi dilê wê ye derûniya wê xirab bû.

Berfîn A bi çeka bavê xwe hewl da xwe bikuje û birîndar bû û ew bo nexweşxaneyê veguhestin.

Tevî hemû çareseriyên bijîşkî Berfîn li nexweşxaneyê ji mirinê rizgar nebû.

Termê Berfîn ji bo otopsiyê bo beşa morgê hat veguhestin û derbarê bûyerê de lêkolînek berfireh hate destpêkirin.

Rudaw
Top