• Saturday, 20 April 2024
logo

Çemçemal – Di şerê malbatan de 4 kes giran birîndar bûn

Çemçemal – Di şerê malbatan de 4 kes giran birîndar bûn
Li devera Çemçemal ya Silêmaniyê, di şerê du malbatan de 4 kes birîndar bûn.

Berpirsê polîsê bajarokê Çemçemal, Mihemed Ebdî ji BasNewsê re got, duhî li gundên Darequte û Qurawe yên Çemçemalê di navbera du malbatan de şer derket.

Wî efserê polîs da zanîn, di wî şerî de ku ji ber pirsgirêkên civakî derketibû, 4 kes ji her du aliyan birîndar bûn.

Berdevkê tenduristiya Çemçemal, Şerîf Mela Rehîm jî li ser wê yekê ji BasNewsê re got, şeva borî 4 kesên birîndar anîn nexweşxaneya Şehîd Pêşrew ya bajêr ku yek jin bû û 3 jî zilam bûn. Ji ber ku rewşa wan baş nebû, me ew şandin Silêmaniyê.

Basnews
Top