• Thursday, 25 April 2024
logo

Li bendava Serûçawe welatiyek hate kuştin

Li bendava Serûçawe welatiyek hate kuştin
cîhê 6 fîşekan li ser laşê wî hene
Birêveberatiya polîsê devera Raperînê belav kir ku welatiyek bi çek hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê devera Raperînê duhê êwarê, li keraxa bendava Serûçawe ya li Bêtwate ya ser bi Raperînê (Raniyeyê) welatiyeke temen 49 sal bi navê MRE jiber êrîşeke çekdarî canê xwe ji dest daye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku li ser laşê wî welatî ku şêniyê devera Çarqorne ya ser bi Raperînê ve ye, cîhên 6 fîşekan diyare.

Derbarê bikujan de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Top